Belavkirina elametîya bi gunehkarkirinên nerastva tijî dide kifşê, wekî revandina binelîyê Qerebagê pêşda hatibûye plankirinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Nava elametîya Adirbêcanêda ya mehkema Adirbêcanêye sereke gefxwerinên hindava binelîyên Qerebagêye mayîn jî hatîye dîyarkirinê. Gilî derheqa revandina binelîyê Qerebagêyî 68 salîdane.
Nava têksta elametîyêda bi taybetî tê gotinê, wekî 29 ê tîrmehê, bi rêberîya organîzeya xaçê Sor Vagîf Xaçatryanê 68 salî, yê ku bona qencbûnê diçû Ermenîstanê, li korîdora Laçînê ji alîyê sînorxweykirinên Adirbêcanêda hatîye revandinê.
“Em pêwîst hesab dikin bidine dîyarkirinê, ku navnîşên nexweşên ku tên cîguhastinê bidine kifşê, çimkî piştî qayîlkirinê cîguhastinên wan nexweşa tên mîyaserkirinê. Belavkirina elametîya bi gunehkarkirinên nerastva tijî dide kifşê, wekî revandina binelîyê Qerebagê pêşda hatibûye plankirinê. Ew yek dide kifşê, wekî ev hemû tişt pêşda hatibû plankirinê.
Kirinên Adirbêcanêye vî cûreyî teribandina mafê navneteweyîye û girtina merivê bin parastina xaçê Sorda, meriv dikare çawa xirabkarîya leşkerî qîmetke.Ew yek usa jî bona wê yekê hatîye kirinê, ku şuxulkarîya xaçê Sor bidine qedexekirinê. Xêncî wê yekê ev kirin dide kifşê, wekî gotinên Ermenîstanêye derheqa paqijkirinên êtnîkîda qezîyayê didine kifşê.
Şuxulkarîya vî cûreyî careke mayîn dide dîyarkirinê, wekî piştî şerê 44 roje merivên ku bi neqanûnî li Bekûyê tên xweykirinê, bi sîyaseta wî cûreyî nayêne paşdavegerandinê.
Li rex girtina korîdora Laçînê û ev kirinên dijî cimeta Qerebagê bona tirsandina binelîyên Qerebagêye.
Kirina Adirbêcanêye mîyasekirî û girtina korîdora Laçînê, em çawa tiştê qebûlnekirinê û gunehkarkirinê hesab dikin. Em hêvîdarin, wekî civaka navneteweyî wê gavên yekbûyî û zelal biavêje bona ku çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bê dasekinandinê û şuxulkarîya organîzeyên navneteweyî, yên li Qerebagê bê çareserkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.







