Adirbêcan dixweze ji elametîya 9 ê mijdarê paşda bisekine û şêr berdewam bike”: serokê Qerebaxê

Serokê Qerebaxê ser wê fikirêye wekî Adirbêcan dixweze elametîya 9 ê mijdarê, ya ji alîyê serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêda îmzekirî paşda bisekine û şêr berdewam bike.
Derheqa wê yekêda serokê Qerebaxê wexte hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Qerebaxêye Civakî gotîye.
Arayîk Harûtyûnyan gotîye, wekî Adirbêcan halê ji şerê li Ûkraînayê pêşdahatî dide xebatê û cêribandîye usa bike ku Qerebax ji mafê xweye li gorî elametîya 9 ê mijdarê paşda bisekine bona ku ew li gorî rojeva wê berbi dîyalogê here.
“Adirbêcan dixweze ji elametîya sêalî paşda bisekine û şêr berdewam bike. Ev yek îdî şere, ev yek berdewama şêre, meremê kîjanê ewe ku bi rîya dorgirtinê Qerebaxê werguhêzî qampê bike”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.
Bi gotina serokê Qerebaxê, meremekî sîyaseta Adirbêcanê jî ewe, ku ser Ermenîstanê tehsîrke bona ku rê bide vekirinê.
Harûtyûnyan elametîya serokê Adirbêcanê bîr anîye, wextê kîjanê gotibû: “Korîdora Zangêzûrê gerekê nava çarçoveya korîdora Laçînê bixebite”.
“Me pêşda guhdarî nedida ser wê yekê. Em difikirîn wekî ew elametî bona hukumkirina ser desthilatdarîya Ermenîstanê bû, lê paşê Adirbêcanê ew yek nava sîyaseta xweda girîng hesab dikir.Ez dikarim bêjim, wekî Adirbêcan hukumê xwe dide kifşê bona ku tiştên here baş bistîne.Em gerekê bidine dîyarkirinê,wekî Adirbêcan hukumê xwe dide xebatê, ermenîyên Qerebaxê wî halîda xweyî dike û rexda bona ku bi hukumkirina ser Ermenîstanê rîya Zangêzûrê bo xwe bide vekirinê”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.







