SerekeSîyasî

Partîya Dêmokratîk, ya Gela wê kongira xwe girêdyî guhartinên dêmografîkra pêk bîne

Wextê civîna van dawîya, ya li ofîsa Partîya Dêmokratîk, ya Gelaye li Enqerê, serok û sîyasetmedarê kurd Mîthat Sincar gotîye,wekî zûtirekê wê kongira partîyayê bê organîzeykirinê û ewê girêdayîbe guhartinên dêmografîkva.

“Piştî hilbijartina, çawa ku me soz dabû cimetê, em qîmetkirina şuxulkarîya xweva mijûlbûn û şaşî gerîyan. Ew prose hê berdewame”,-Mîthat Sincar gotîye.

Ewî usa jî derheqa halê Tirkîyayêyî êkonomîkîda xeberdaye û gotîye wekî nava êkonomîka welêtda hilweşandin heye, rûyê kîjanêda 95 selefê binelîya zîyanê dikevin. Paşê ewî usa jî derheqa êkologîyayêda xeberdaye û derheqa tunekirina mêşada daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button