Mîsîya Yekîtîya Avropayê îzbat dike, wekî hêzên azêrîya berbi dîtindara agir kirine

Mîsîya Yekîtîya Avropayê îzbat dike, wekî hêzên azêrîya berbi dîtindara agir kirine.
“Em îzbat dikin wekî dîtindarên Yekîtîya Avropayê li zona cabdarîya me bûne dema ku agirkirin hatine mîyaserkirinê.Endamê mîsîya Avropayê zîyanê neketine”,- li ser rûpelê Twittera mîsîyayê hatîye gotinê.
Berdevkê wezîreta parastinê pêşda elam kiribû, wekî 15 ê tebaxê seheta 12:20 deqe hêzên Adirbêcanê berbi Şorja Jorin agir kirine, li kîderê dîtindarên Yekîtîya Avropayê kontrol mîyaser dikirin.
Nenihêrî wê yekê, wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê ew yek înkar kiribû, lê malperada vîdêyo belav bûye, li kîderê dîtindarek dibêje ku çawa ji tabîyên azêrîya berbi avtomaşîna wan agir kirine.Piştî hinek wede mîsîya Yekîtîya Avropayê ew yek îzbat kirîye ku berbi wan agir kirine.







