H’emû nûçeSereke
Dergehê sînor, yê Larsa Jorin wê wedelû bi rêjîma sînorkirî bişuxule

Girêdayî wê yekêra, wekî wê wedelû xebatên dasekinandina dergehê sînor, yê Larsa Jorin bêne mîyaserkirinê, ji 17 a hetanî 26 ê tebaxê li ser rêyên avtomaşînên ku ji Rûsîyayê berbi Gurcistanê diçin, çawa yên merivbir, usa jî yên barbir, wê xebatên rêçêkirinê bêne mîyaserkirinê.
Hatîye ragîhandinê, wekî ji qulixdarîya Rûsîyayêye gumrikê elam kirine wekî xebatên rêçêkirinê wê bêne mîyaserkirinê û ewê bi êtap-êtap bêne kirinê.
Qulixdarîya gumrikê eşaretî daye welatîya, wekî derbazbûna dergehê sînorra wê kêmbe û hatîye gotinê, wekî wedelû dikarin rêyên başqe bidine xebatê.







