H’emû nûçeSereke

Derheqa kirîzaya mirovî ya li Qerebaxê li dadgeha here bilind ya navneteweyî hat bilindkirin: Paşînyan

Em dikarin tomar bikin ku derheqa girtina neqanûnî ya korîdora Laçînê û kirîzeya mirovî ya li Qerebaxa Çîya hatîye bilindkirin, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di destpêka rûniştina îro ya hukumetêda got.

 “Civaka navneteweyî jî bangeke komî ji Adirbêcanê ra kir ku astengkirina korîdora Laçîn rake. Hilbet ev bang heta niha nehatîye cî bi cîkirin û 22 avtomaşînên ku bi alîkarîyên mirovî (nêzîkî 400 tonn) barkirî ne, di ketina korîdora Laçîn de li benda derfetê ne ku derbazî Qerebaxê bibin”.

Li gorî Paşînyan, di gotûbêja li konseya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de hebûna qeyrana mirovî ya li Qerebaxê hat piştrastkirin û jîyana 120 hezar welatîyên Qerebaxê di nava şik û gumananêda ye.

 “Hat tekezkirin ku biryara dîwana edaletê ya navdewletî ya li ser garantîkirina çûyîn-hatina bênavber ya mirovan, rêyên derbazbûnê û barhilgiran di korîdora Laçînê de ji herdu alîyan ve ji alîyê Adirbêcanê va nehatîye cî bi cîkirin”.

16 ê tebaxê bi daxwaza Ermenîstanê civîneke lezgîn ya konseya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser xirabûna rewşa mirovî ya li Qerebaxê ji ber girtina korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda û bi temamî dorpêçkirina Qerebaxê hat lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button