H’emû nûçeSereke

Ermenî gerekê nebine qurbanîyên şerê Ûkraînayê: Okampo

Ermenî gerekê nebine qurbanîyên şerê Ûkraînayê. Derheqa wê yekêda pêşezanê navneteweyî, dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî, profêsor Lûîs Morêno Okampo wextê civîna onlayn, ya pêşkêşî dorgirtina korîdora Laçînê gotîye.

“Min ev pirsgirêk lêkoloîn kirîye. Ew gelekî zelale. Li gorî konvênsîyayên Cênêvayê cûrekî mîyaserkirina komkujîyê ewe, ku qewila bona tunekirina bi fîzîkî sazkin. Nava encamê dorgirtina korîdora Laçînêda hema ew yek diqewime. Li gorî birîyara mehkema navneteweyî korîdora Laçînê gerekê bihata vekirinê, lê ew birîyar nehatîye hesabhildanê. Elametîya komîtêya xaçê Sor îzbat dike, wekî mecal tune ku xurek û dermana cîguhastî bikin.Xelayî jî komkujîye. Çi cûreyî wê yekê bidine sekinandinê? Cabdarî ser şêwira elehkarîyêye, ya Organîzeya Netewên Yekbûyîye. Rûsîya, Fransîya û Ştatên Yekbûyî gerekê usa bikin ku hal bê guhartinê,nenihêrî wê yekê wekî şerê Ûkraînayê ew ji hev dûrxistin. Ermenî gerekê nebine qurbanîyên şerê Ûkraînayê. Baydên komkujîya sala 1915 a nas kirîye. Niha pêwîste ku pêşîya komkujîya nû bidine girtinê”,- pêşezan gotîye.

“Adirbêcan naxweze birîyara mehkema navneteweyî mîyaserke û Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê gava biavêje”,-ewî gotîye.

Bi qîmetkirina Okampo Rûsîya, Fransîya û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bin bandora aşîtîparêzên rûs bidine çareserkirinê. Pêşezan wekilandîye, wekî Ştatên Yekbûyî gerekê alî aşîtîparêza bikin ku ew şuxulkarîya xwe mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button