
Tirkîya penaberên ji Sûrîyayê, yên ku li Tirkîyayê cîhwar bûne, bi destê zorê ji welêt dide derxistinê û li Girê Sipî cîhwar dike. Nava mehekêda 1273 penaber cîguhastî Girê Sipî kirine. Ew teslîmî desthilatdarîya li wir, wa gotî polîsîya leşkerî kirine, bona ku wana li malên binelîyên li wir cîhwar bikin.
Bi wî cûreyî usa jî ji dergehên sînore mayîn penabera cîguhastî li Ezazê, Cereblûsê, Efrînê û Serêkanîyê dikin.







