Serokbajara Parîzê: Fransîya gerekê li Organîzeya Netewên Yekbûyî bighîje qebûlkirina rêzolyûsîya qedirgirtina mafên cimeta Qerebaxê

Em berbirî serokê Fransîyayê dibin ku hukumê xwe li şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî bide xebatê û li wir bighîjine qebûlkirina rêzolyûsîya derheqa qedirgirtina mafên cimeta Qerebaxê. Derheqa wê yekêda wextê press-konfêransa onlayn, ya tevî serokê Qerebaxê, serokbajara Parîzê An Îdalgoyê gotîye.
“Em bang dikin ku qedirê mafê navneteweyî bigrin.Ermenîyên Qerebaxê nava dorgirtinêdanin. Dorpêçkirina Qerebaxê teribandina dêklarasîya derheqa agirbestê û usa jî teribandina mafê navneteweîye. Ew çi ku îro li Qerebaxê diqewime, mînanî komkujîyêye. Dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî vê yekê çawa komkujî qîmet dike.
Şêwirmendê sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî jî wê xeberê dide xebatê, dema ku ew derheqa wê yekêda xeber dide.
Em vî halî şermezar dikin”,-An Îdalgoyê gotîye.







