H’emû nûçeSereke
Li komîtêya mafên mirovan ya Kongrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser pirsa Qerebaxa Çîya guhdarîkirin wê bên kirin

6 ê îlonê komîsyona Tom Lantos ya mafên Mirovan ya Kongira Ştatên Amêrîkayê Yekbûyî rewşa Qerebaxê ya ji ber astengkirina korîdora Laçînê binirxîne. Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê elam kirîye.
Dozgerê berê yê dadgeha cezayê Navneteweyî Lûîs Morêno Okampo wê nêrîna xwe ya ku 7 ê tebaxê raporek raber kir û destnîşan kir ku “hinceyên maqûl hene ku em bawer bikin ku di sala 2023 de dijî ermenîyên ku li Qerebaxê dijîn, qirkirin tê kirin” raberke.
Rêvebirê bernameya aşitî û mafên mirovan ya înstîtûta lêkolîna mafên mirovan li zanîngeha Kolûmbîyayê Dêyvîd Fîlîps, li ser rastîyên girêdayî nîyeta hukumeta Adirbêcanê şahidîyê bike.







