H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan rastî serokê civîna Yekîtîya Mîrtîyên Erebaye fêdêral hatîye

Li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, yê ku bi seredana fermî li wire, rastî serokê civîna fêdêral, ya Yekîtîya Mîrtîyên Ereba Sakir Qubaşî hatîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa dîyaloga sîyasîye di navbera herdu welatada û berfirehkirina pêwandîyên dualî hatine gotûbêjkirinê. Herdu alîya jî dane dîyarkirinê, wekî bona pêşxistina pêwandîyên dîplomatîye 25 sale, yên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Mîrtîyên Erebada amadene.

Wextê hevdîtinê usa jî derheqa rola dîplomatîya parlamêntîda jî xeberdan çûye.

Bi axaftina derheqa halê li Qafqasîya Başûr, wezîrê Ermenîstanê halê li herêmê, bi taybetî yê piştî şerê sala 2020 î raber kirîye. Mîrzoyanê wezîr derheqa dorgirtina korîdora Laçînêda daye dîyarkirinê û gotîye, wekî dorgirtina korîdorê ji kanûna sala 2022 a da hetanî niha berdewame, rûyê kîjanêda 120 000 binelîyên sîvîl nava krîzeya hûmanîtarîdanin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button