H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê derheqa peymana aşîtîyêda pêşnîyarên nû raberî Ermenîstanê kirine: wezîrê karên der

Alîyê Adirbêcanê bersiva pêşnîyarên ermenî daye, yên ku derheqa peymana aşîtîyêdanin. “Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana gotîye.

“Piştî kontaktên dawî, alîyê ermenî şirovekirinên xweye derheqa peymana aşîtîyêda raber kirîye. 12 ê îlonê, alîyê  Adirbêcanê bersiva pêşnîyarên nû daye.

Şuxulkarî heye, gotûbêjkirin heye.Hevraxeberdanên rû bi rû tunebûne. Mixabin, ez gerekê bêjim, wekî hene pirs li kîderê tabîyên me ji hev dûrin”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button