H’emû nûçeSereke

Seroketîya Qerebaxê pêşnîyara derheqa xebitandina korîdora Laçînê û rîya Axdamê, ya bi hevra, qebûl kirîye

Seroketîya Qerebaxê pêşnîyara derheqa xebitandina korîdora Laçînê û rîya Axdamê, ya bi hevra, qebûl kirîye,bona ku bi avtomaşînên komîtêya xaçê Sor pêra jî alîkarîya hûmanîtarî bighînine cîh.Derheqa wê yekêda ştaba înformasîyon, ya  Qerebaxê elametî belav kirîye.

Rûyê dorgirtina ji alîyê Adirbêcanêda li Qerebaxê krîzeya hûmanîtarî roj bi roj kûr dibe. Hukumata  Qerebaxê  destanîna nan nava qewilên giranda teşkîl dike û mixabin li hev nayê ku herroj 200 giram nan bidin welatîkî.

Bi hesabhildana kûrbûna krîzeyê û halê ewlehkarîyê, desthilatdarîya Qerebaxê birîyar kirîye ku pêşnîyara komîtêya xaçê Sor û koma aşîtîparêzên rûs bona bi korîdora Bêrzorê û bi rîya Akna-Stêpanakêrtê barên hûmanîtarî cîguhastî bikin.

Teşkîlkirina wê pêvajoyê çawa bona jîyana welatîyên me û lîkvîdasîyakirina qezîyayên heyî, usa jî bona çareserkirina barên hûmanîtarî pêwîste”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button