H’emû nûçeSereke

Deranîna hêzên Adirbêcanê, yên ji axa Ermenîstanêye dagirkirî wê bona qewînkirina aminayê gaveke qewînbe: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan hêvîdare, wekî deranîna hêzên Adirbêcanê, yên ji axa Ermenîstanêye dagirkirî wê bona qewînkirina aminayê gaveke qewînbe.Derheqa wê yekêda Marûkyan mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye û derheqa agrêsîya salekê pêşda, ya ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî daye dîyarkirinê, rûyê kîjanêda ji alîyê ermenîya 200 meriv hatine kuştinê û gelek jî birîndar bûn.

“Hetanî roja îroyîn 150 çargoşe kîlomêtr axa Ermenîstanê hatîye dagirkirinê û nenihêrî dewekarîyên civaka navneteweyî, Adirbêcanê hêzên xwe li wir dernexistine. Deranîna hêzên Adirbêcanê, yên ji axa Ermenîstanêye dagirkirî wê bona qewînkirina aminayê gaveke qewînbe”,- Marûkyan nivîsîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî hêzên Adirbêcanê gerekê ji axa Ermenîstanê derkevin, lê hemû dîlên leşkerî jî gerekê bêne azaberdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button