H’emû nûçeSereke

Êrdrogan pêşnîyar kirîye ku nava cêrgên dîyaspora tirkîda usa jî welatîyên Adirbêcanê û binelîyên Qafqasîyayê cîhê xwe bigrin

Tirkîya nava wedekî usara derbaz dibe dema ku em gav bi gav dîna xwe didine wan pirsgireka, yên ku nava êkonomîka tirkîda pêşda hatine.Derheqa wê yekêda serokê Tirkîyayê Êrdogan elam kirîye.

“Hetanî dijminên  Tirkîyayêye here aktîv jî nikarin welatê me hesab hilnedin û nikarin nava cêribandinên xweda, yên bona zîyandayîna êkonomîka me bighîjine açixîyê”,-serokê Tirkîyayê gotîye.

Ewî  serda zêde kirîye, wekî tirkên ku li welatên başqe dijîn û dixebitin, dighîjine  8 mîlyon merivî.

“Nava welatên endamên organîzeya dewletên tirkîda usa jî gerekê welatîyên Adirbêcanê, Ûzbêkîstanê, Qazaxstanê, Qirqizistanê, Tirkmênistanê û Macaristanê nava cêrgên dîyaspora meda cîhê xwe bigrin”,- Êrdogan gotîye.

Êrdogan usa jî navê welatîyên Qibrisa dagirkirî daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button