H’emû nûçeSereke

Sêkrêtara  Şêwira Avropayê bang li Adirbêcanê kir ku  lez opêrasyonên leşkerî rawestînin

Sêkrêtara Şêwira  Avropayê Marîya Pêyçînovîç Bûrîçê wextê hevdîtina 19 ê îlonê ya bi wezîrê karên derva yê Adirbêcanêra ku di çarçoveya gotûbêjên giştî ya Neteweyên Yekbûyîda hat kirin derbarê raporên zêdekirina eskerî ya li der-dora Qerebaxa Çîyayê da nîgeranîyeke cidî nîşan da.

Li gorî “Armenprêss”ê, li ser vê yekê  Şêwira Avropayê daxuyaniyek da.

Ez heyfa xwe elam dikim ku  binelîyên sivîl yên bêguneh, ku ji ber qeyraneke mirovî ya tûj li herêmê dikşînin, dîsa giranîya bikaranîna hêzê dikişînin. Min bang li Adirbêcanê kir ku demildest opêrasyonên leşkerî rawestîne.Dema danîna çekan, kêmkirina rageşîyê û destpêkirina dîyalogê hatîye”,- ewê gotîye.

Sêrêtara Şêwira Avropayê amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê dîyalogeke watedar ya hemû alîyan dikare bibe sedema aştîyeke mayîn.

Tê gotin ku Şêwira  Avropayê amadeye ku beşdarî vê pêvajoyê bibe û piştgirîyê bide vê pêvajoyê, da ku bi tevahî mafên hemûyan, kêmîneyên neteweyî jî di navda, pêk bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button