H’emû nûçeSereke
Em vêktorê nadine guhartinê: Nîkol Paşînyan

Pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê li ser hîmê peymana derheqa hevkarîyêda pêşda diçin.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî gotîye.
Bi axaftina derheqha wan gunehkarkirinên Rûsîyayêda ku Ermenîstan vêktora dewletê diguhêre û berbi Rojavayê diçe, Paşînyan gotîye: “Em tu vêktorekê naguhêrin. Peymana derheqa tevî Yekîtîya Avropayê, ya derheqa hevkarîyêda berî sala 2018 a hatîye îmzekirinê.Em nava wê yekêda tu tiştî naguhêrin.Nava pêwandîyên tevî Rûsîyayê jî me tu tişt neguhartîye”,- Paşînyan gotîye.







