H’emû nûçeSereke
Li cem zarokên ji Qerebaxê derxistî strêsên pisîxolocî hene: YUNISEF

Ji 30 000 î zêdetir zarok mecbûr bûne rûyê zordarîyên azêrîyada ji malên xwe birevin. YUNISEF ê elam kirîye û eşaretî daye, wekî bêyî piştgirîya pisîxolocî tendurustîya zaroka dikare xirabtirbe.
“ Li cem zarokên penaber, yên ku li Ermentîstanê cîh-war bûne, nîşanên strêsta pisîxolocî hene. Derheqa wê yekêda xebatkarê YUNISEF ê ye sosîyalî daye dîyarkirinê, yên ku piştgirîyê didin zarokên ku ji Qerebaxê bi destê zorê hatine derxistinê”,-wekîla YUNISEF ê ye li Ermenîstanê Krîstînê Vaygandê gotîye.







