H’emû nûçeSereke
Rêzolyûsîya civîna parlamênta Avropayê, ya derheqa Qerebaxêda di derbarê encamên hûmanîtarîye girandane: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Rêzolyûsîya civîna parlamênta Avropayêda, ya derheqa Qerebaxêda, di derbarê encamên hûmanîtarîye giran û mafên mêrivdane, yên ku girêdayîne bi destê zorê deranîna ermenîyên Qerebaxê û derheqa teribandinên borcdarîyên Adirbêcanêdane. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
12 ê cotmehê civîna parlamênta Avropayê rêzolyûsîya derheqa halê li Qerebaxê qebûl kirîye.
Rêzolyûsîyayêda opêrasîyona Adirbêcanêye 19 ê îlonê, ya dijî Qerebaxê hatîye gunehkarkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî temamîya binelîyên Qerebaxê rûyê sîyaseta gefxwerinên komkuj û ya dijî ermenîya ji Qerbaxê derketine.Hatîye gotinê,wekî şikberîyên derheqa paqijkirinên êtnîkîda hene.







