H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê tevî wekîla parlamênta Avropayê pirsên derheqa halê ewlehkarîya herêmî gotûbêj kirine

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan endama parlamênta Avropayê Vîyola Fon Kramon-Traûbadêl qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji ofîsa sêkrêtarê ewlehkarîyê ragîhandine.
Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê seredana dêlêgasîya bi serkarîya endama parlamênta Avropayê silav kirîye û seredanên wî cûreyî girîng hesab kirîye.
Beşdarên hevdîtinê çarçoveya pirsên berfireh, yên derheqa ewlehkarîya herêmîda gotûbêj kirine û sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê nava wê hemtêkstêda nêzîkbûn û tabîyên Ermenîstanêye hindava îzbatbûna aşîtîya li herêmê raber kirîye.







