H’emû nûçeSereke

Fikirên meye derheqa aşîtîyêda dijî berjewandîyên herêmê nînin: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî Qafqasîya Başûr hewca aşîtîyêye, lê Ermenîstan jî fikirên xweye derheqa aşîtîyêda dijî berjewandîyên herêmê pêşda nakişîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokwezîr derheqa wê yekêda li parlamênta Avropayê gotîye.

Ewî gotîye, wekî nenihêrî hemû şera, dijwarîya, krîzeya, ew  çûye parlamênta Avropayê û ew bang pêşda kişandîye, wekî Qafqasîya Başûr hewca aşîtîyêye, dema ku hemû welatên herêmê bi sînorên vekirî, bi pêwandîyên êkonomîkî, sîyasî, çandîva girêdayîne û hemû pirs gerekê bi cûrê dîplomatîk bêne helkirinê. “Ez dixwezim bêjim, wekî fikirên meye derheqa aşîtîyêda dijî berjewandîyên herêmê nînin, çimkî welatê me dikare edilbe, heger li herêmê aşîtîye”,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button