Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê û wezîrê Fransîyayêyî qewatên sîlihkirî dokûmênta hevkarîya dualî îmze kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan nava çarçoveya serdana xebatêye li Fransîyayê, seredana wezîreta Fransîyayêye qewatên sîlihkirî kirîye û li vir merasîma pêşwazîkirinê derbaz bûye.Hîmnên Komara Ermenîstanê û Komara Fransîyayê hatine lêxistin.
Çawa ku ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine, hevdîtina bi wezîrê Fransîyayêye qewatên sîlihkirî Sêbastîên Likornyû destpê bûye.Li wezîreta Fransîyayêye qewatên sîlihkirî îmzekirina dokûmêntên hevkarîya dualî pêk hatîye.
Beşdarî civînê bûne usa bayloza Ermenîstanêye li Fransîyayê Hasmîk Tolmacyan û balyozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî.
“Wextê hevdîtinê, pirsên hevkarîya ermenîya-fransa ya di warê parastinê û usa jî ewlehkarîya herêmê hatine gotûbêjkirinê.
Nava encamên gotûbêjkirinên ku mehên îlon û hezîrana sala îsalinda li Parîzê hatin kirin, pêşdaçûyîna xebatên di warê cîh bi cîhkirina peymanada, derfetên nû ji bo pêşxistina hevkarîyê hatine destnîşankirin, ku di nav wanda bi destxistina berevanîyê, sîstêm, perwerdeya leşkerî û mijarên din yên berjewendîya hevdu.
Alîya asta niha ya hevkarîyê bilind qîmet kirine û amadebûna xwe ji bo pêşxistina zêdetir hewlên nû nîşan dan”,- peyamêda hatîye gotinê.
Li gorî çavkanîyê, piştî civîna fermî daxuyanîyek ji bo çapemenîyê hatîye dayînê û di wê hevdîtinêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê spasîya alîyên fransî kirîye ji bo piştovanîya berfireh, ji bo pêşxistina hevkarîyên di warê berevanîyêda.
Wezîra caba pirsên rojnamevana dane.
Hatîye kifşkirinê, ku piştra li wezîreta Fransîyayêye qewatên sîlihkirî dokûmêntên li ser hevkarîya dualî hatine îmzekirinê.







