H’emû nûçeSereke
Înstîtûta Lêmkîn wê pirsa derheqa alîkirina serokên Qerebaxê gotûbêj bike

Parlamêntvana Ermenîstanê Tagûhî Tovmasyanê rûpelê xweye facebook ê da elam kirîye, wekî seroka înstîtûta ser navê Lêmkîn wê rastî endamên koma wan bê, ku wan rîya gotûbêj bike bi kîjana dikarin alî wan serokên Qerebaxê û dîlên mayîn bikin, yên ku hatine revandinê û hebsên Bekûyêda tên xweykirinê.
Nava axaftina xweda seroka înstîtûta Lêmkîn daye dîyarkirinê, wekî ew xemgînin bona wê yekê û ewê rastî koma parlamêntvana bê û wan rîya gotûbêj bikin, bi kîjana wê bikaribin alî wan dîla bikin.







