Paşînyan gotîye ku bona çi Ermenîstan Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda maye

Pirsên cimeta ermenî û desthilatdarîya wê hene, yên ku girêdayîne bûyarên gulana sala 2021 ê, îlona sala 2022 a ra, wextê ku Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tu tişt nekir. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyîna tevî The Wall Street Journal ê gotîye dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku pirsên çi cûreyî girêdayî eskerên rûsva û tabîya Rûsîyayêva hene.
“Dora van pirsa me axafin destpê kirîye û ew axaftin wê berdewambe, çimkî li vir gelekî girînge, ku herdu alî, Rûsîya û em, rast hevdu fem bikin”,- ewî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku bona çi Ermenîstan hetanî niha çawa endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda maye, Paşînyan gotîye: “Hema bi wê menîyê em nava êtapa gotûbêjkirina pirsadanin, çimkî em naxwezin nava tu pirsêda şaşî hebe û em naxwezin ku organîze me şaş fem bike.Bona wê yekê jî gerekê bixebitin bona ku bighîjine fikira sereke”.







