Îmzekirina peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê û normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê dikevine nava planên hukumeta Ermenîstanê: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, wekî îmzekirina peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê û normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê dikevine nava planên hukumeta Ermenîstanê.
“Îmzekirina peymana aşîtîyê ya tevî Adirbêcanê û normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê dikevine nava planên me.Bi çiqasîva jî em fem dikin wekî ew yek wê hêsa nîbe, lê pêşdaçûyîna bi bernama wî cûreyî gorî berjewandîyên Ermenîstanêye”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina serokwezîr, mecala tek-tenê ya bona çareserkirina ewlehkarîya Ermenîstanê nasandina dewletê, axa wê, sînorên naskirî û yekîtîya têrîtorîyaye.
“Ji vê yekê pirsa praktîk û girîng femdarîya tabîya dewletêye cêografîke û ez wê yekê girîng hesab dikim, wekî em nava herêma Qafqasîyayêdanin, çar cînarên me hene û nava pêwandîyên tevî wan hemû qezîya û mecal veşartîne.Vî alîda ew yek jî girînge ku tevî Gurcistanê û Îranê pêwandîyên dostîyê û hevkarîyê bidine kûrkirinê”,- Paşînyan gotîye.







