H’emû nûçeSereke
Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê û baylozê Yekîtîya Avropayê pêvajoya qayîlnivîsara hevkarîya berfireh gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Vasîlîs Maragûsê bayloz qebûl kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê cîgirê serokwezîr xebatên hukumata Ermenîstanê, yên bona piştgirîya penaberên ji Qerebaxê, yên ku ji sed hezarî zêdetirin, raber kirîye.
Usa jî hatîye ragîhandinê,wekî wextê hevdîtinê pirsên girêdayî qayîlnivîsara hevkarîya berfirehda hatine gotûbêjkirinê.
Cîgirê serokwezîr û baylozê Yekîtîya Avropayê usa jî derheqa mecalên pêşxistina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye kirîn-frotanê û êkonomîkî xeberdane. Fikir dora bûyarên herêmîda jî hatine pevguhartinê.







