H’emû nûçeSereke
Ermenîstan hêvîdare wekî wê ji Yekîtîya Avropayê mecalên bahê 17,9 mîlyon yûro bistîne

Sala 2024 a da Ermenîstan hêvîdare wekî wê ji Yekîtîya Avropayê mecalên bahê 17,9 mîlyon yûro bistîne.
Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan, wextê gotûbêjkirinên byûcêya dewletê, gotîye.
Bi gotina wî sê alîyên hîmlî têra tên dîtinê.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew piştgirî wê bona werguhastinên nava goveka mehkemê, perwerdê û mecalên krêdîtê bê dayînê.







