H’emû nûçeSereke
Li Romayê pirsên parastina heykelên Qerebaxêye dîrokî hatine raberkirinê

Li Romayê civîna sereke, ya merkeza navneteweyî, ya lêkolînên parastin û dasekinandina qîmetîyên çandî pêk hatîye.
Dêlêgasîya Ermenîstanê jî beşidarî civînê bûye.
Wekîlê wezîreta Ermenîstanêye kûltûrayê Harûtyûn Vanyan bi raportêva pêşda hatîye. Ewî pirsên derheqa parastina heykelê Qerebaxêye dîrokî û sîyaseta Adirbêcanêye bona tunekirina rêça ermenîyaye li Qerebaxê xeberdaye.Raportêda hatîye gotinê, wekî tenê bi tehsîra sîstêmên navneteweyî wê bikaribin mîrata ermenîye dîrokî ji tunebûnê xilazkin.Hatîye gotinê, wekî wededa ew yek usa jî li Nexçêvanê hatîye kirinê, li kîderê li hev nehatîye pêşîya wê yekê bigrin.







