H’emû nûçeSereke

Gurcistanê derbazbûna maşînên fransîye  Bastion e zirihkirî  bo Ermenîstanê îzbat kir

Hevaltîya APM Terminals Poti ku li bendera Potî ya Gurcistanê îdare dike, derbazbûna maşînên zirihkirî yên Bastion yên fransî yên ku ji bo Ermenistanê dihatin şandin, pejirand. Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, ev yek ji alîyê sêrvîsa gurca ya radyoya “Azatûtyûnê” ve hat ragihandin.

 “Di vê mijarê de kargo ji Fransîyayê welatekî endamê Yektîya Avropayê hatîye û ji Ermenîstanê re hatîye şandin, welatekî ku ceza jê re nayên sepandin.Xêncî wê, ji ber nebûna rêwerzên zelal yên hukumeta Gurcistanê û qedexeyên ku ji hêla sazûmanên navneteweyî ve hatine destnîşankirin, APM Terminals Poti ji derfeta redkirina pejirandina barkêşên ku ne di bin sîzayan de ne bêpar e “,-daxuyanîya pargîdanîyê got.

Beriya niha li ser întêrnêtê wêneyên komeke maşînên zirihkirî yên Bastion yên Fransîyayê hatibûn belavkirin. Hate gotin ku wêne li bendera Potî ya Gurcistanê hatine kişandin û maşînên zirihkirî şandin Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button