H’emû nûçeSereke

Pirsa cîhwarkirina azêrîyaye li Ermenîstanê nayê gotûbêjkirinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Pirsa cîhwarkirina azêrîyaye li Ermenîstanê nava çarçoveya pêvajoya normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîyada nayê gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.

4 ê mijdarê, wezîrê berê, yê Ermenîstanêyî karên der Vardan Oskanyan rûpelê xweyî  faceboo ê da vîdyo belav kiribû û gotibû, wekî Paşînyan qayîlîya xwe daye ku azêrî vegerine Ermenîstanê.

“Paşînyan û desthilatdarîya wî îdî ji salekê zêdetire ku pirsa hatina azêrîyaye li Ermenîstanê gotûbêj dikin û qayîlîya xwe daye wê yekê”,-Oskanyan gotibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button