H’emû nûçeSereke
Anîna êlêktromobîlaye li Ermenîstanê wê bi wedê salekêva jî ji bacên cuda-cuda azadbe

Anîna êlêktromobîlaye li Ermenîstanê wê bi wedê salekêva jî ji bacên cuda-cuda azadbe. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Narêk Têryan li parlamêntê gotîye.
Dêmek, ew wede wê bi salekê jî bê dirêjkirinê, hetanî 1 ê çileya sala 2025 a.
Êlêktromobîl ji bacên cuda-cuda hetanî çileya sala 2024 a hatibûne azakirinê.Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî nava encamên wê yekda gelek êlêktromobîl anîne Ermenîstanê. Himberî sala 2021 ê, sala 2022 a, anîna êlêktromobîlaye li Ermenîstanê bi 42,3 selefîva zêde bûye.







