H’emû nûçeSereke

Nava hevraxeberdanên tevî Adrbêcanê hene pirs, wextê kîjana amadebûna navberkara eseyîye:cîgirê wezîrê karên der

Nava hevraxeberdanên tevî Adrbêcanê hene pirs, wextê kîjana amadebûna navçîgara eseyîye.

Li gorî ragîhandina Armênprêss-ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan gotîye, dema ku ewî derheqa wê pirsêda axivîye, ku gelo Ermenîstan qayîle ku serokatîyên Ermenîstanê û Adrbêcanê bêyî navberkara rastî hevdu bên.

«Me gelek cara daye dîyarkirinê, wekî hene pirs ku amadebûna navberkara eseyîye. Hene pirs, li kîderê rola navberkara gelekî grînge»,-cîgirê wezîrê karên der gotîye.

Mesele, pirsên derheqa mafên merivên ku ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî. Nava vê pirsêda alîyê ermenî heyîna mêxanîzmên navneteweyî grîng hesab dike. Pirsên usa jî hene, li kîderê garantîya grîngin.

« Niha ji alîyê Ermenîstanêda pirsa mafên binelîyên bi destê zorê derxistî tê bilindkirinê»,- Safaryan gotîye.

Komîsîyayên Ermenîstanê û Adrbêcanê,  yên dîyarkirina sînora, pevketine hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtinê 30-ê mijdarê pêk bê.  

Zêdetir nîşan bide
Back to top button