Sala îsalin wê girêdayî hatina tûrîstara hejmara meriva ji pênc mîlyonî zêdetirbe

Nava sala îsalinda hatina rêwîya û firîna teyara aktîv bûye.Wî alîda sala 2019 a pêşkeftin hatibû kifşê û ew gihîştibû sê mîlyon rêwîya. Sala 2020 î, girêdayî koronavîrûsêra, ew hejmar kêm bûye. Sala 2021 ê wedê dasekinandinê bû, lê sala 2022 a ew hejmar gihîştîye sê mîlyon 700 000 î. Nava deh mehên sala 2023 a da ew hejmar gihîştîye çar mîlyon 700 000 î. Çawa ku ji avîyasîya sîvîl elam kirine, hemû hêvîdarin, wekî dawîya salê ew hejmar wê ji pênc mîlyonî zêdetirbe.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîtêya avîyasîya sîvîl Stêpan Payaslyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava du salên dawîda zêdaya întênsîv him nava firînên teyarada û usa jî çûyîn-hatina rêwîyada zêdaya întênsîv heye. Bi gotina cîgirê serokê komîtêya avîyasîyayê, menîya ewlin ewe wekî piştî koronavîrûsê xwestina meriva heye herine seferê. Menîya duem halê herêmêva girêdayîye, bi taybetî şerê Rûsîyayê û Ûkraînayêva û Ermenîstan usa jî bûye çawa rîya tranzît.







