H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê nava 9 mehên sala 2023 ada zêdebûna tûrîstaye bi 50 selefê hatîye dîtinê

Nava 9 mehên sala 2023 ada li Ermenîstanê, li gorî sala 2022 a zêdebûna tûrîstaye berbiçev hatîye tomarkirin.
Derheqa wê yekêda li civîna parlamêntê wextê tomerîkirina raporta byûcêya dewletê ya 9 meha, cîgire wezîrê fînansa Vahan Sîrûnyan got.
Li gorî wî zêdebûn bi 48,4 selef bû. Hejmara tûrîstaye here zêde ji Rûsîyayêye 29,1 selef. Sala 2023 a nava 9 mehada hejmara tûrîsta gihîştîye mîlyonek 839 hezar merivî.







