Heger Adirbêcan bixwaze nava 15 rojên pêşîyêda dibe ku peymana aşîtîyê bê îmzekirin: Alên Sîmonyan

Belê, gelek caran dibe ku ji alîyê Adirbêcanêda tiştek tê gotin, paşê tiştekî din tê şirovekirin, paşê tiştekî din li cîhekî din tê gotin. Lê her tiştê ku tê gotin berê hatîye gotin û dinîyayêra eşkere û têgîhîştîye ku Ermenîstan amadeye ku li gorî normên navneteweyî peymana aştîyê îmze bike. Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê axaftina xweye tevî rojnamevana got.
“Niha top li deşta Adirbêcanêdaye û heger Adirbêcan li ser asta serokatîyê elam dike ku ew amadene, peymana Aştîyê amadeye.
“Hevalkarên navneteweyî yên ku bi serokê Adirbêcanêra hevdîtin pêk anîne, wextê hevdîtinê ji minra gotin ku wî bixwe gotîye ku 80 selefî amadeye.
Heger xwestin hebe, heger hukumeta Adirbêcanê bi rastî xwestina sîyasî nîşan bide, peymana aştîyê dikare nava 15 rojên pêşîyêda bê îmzekirinê”,- Alên Sîmonyan got, wekî li ser hemû mijarên bingehî li hev kirine û bal kişand ser wekehevîyê.
Alên Sîmonyan texmîn kir ku Ermenîstanê tu hevdîtin înkar nekirine, înkarkirin hertim ji alîyê Adirbêcanê li Bryûsêlê, Granadayê, Waşîngtonê bûye







