H’emû nûçeSereke
Pêskov:Rûsîya Ermenîstanê çawa hevalbenda xwe dibîne û plan dike ku pêwendîya pêş bixe

Moskva Yêrêvanê çawa hevalbenda xwe dibîne û plan dike ku têkilîyên dostîyê bi wêra pêş bixe, berdevkê serokê Rûsyayê Dmîtrî Peskov gotîye rojnamevana.
Ewî bi wî cûreyî şirove kirîye ku Ermenîstanê û Brîtanya Mezin bernameya hevkarîya parastinê ya salên 2023-2024 a îmze kirin.
“Ermenîstan welatekî serwêre, kîjan têkilîyên dualî wan welatara pêş dixe, tevî kîjanê rê têra dibîne. Têkilîyên me bi Ermenîstanêra hene. Û hilbet Ermenîstan welatekî doste, hevalbenda meye. Emê têkilîyên xwe yên hevalbendîyê pêş bixin”,- endamê Krêmlê daye kifşê.







