Wezîreta Ermenîstanêye karên der Bekû bona kirinên wê, yên dijî pêvajoya aşîtîyê gunehkar dike

Wezîreta Ermenîstanêye karên der kirinên Adirbêcanêye nû bi elametîyêva gunehkar kirîye, rûyê kîjanada pêvajoya aşîtîyê tê paşdaêxstinê û meremê wê jî ewe, ku pêvajoyê bikine nava hesarê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê hatîye dîyarkirinê, wekî 4 ê kanûnê li alîyê qeza Ermenîstanêye Vayos Zorê rûyê agirkirina nîşangirê Adirbêcanê, li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanêye dewletê, qulixçîyê ermenî Gêrasîm Arakêlyan birîndar bûye û wefat bûye.Wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê,wekî bi mîyaserkirina provokasîyayên wî cûreyî, alîyê azêrîya dicêribîne pêvajoya aşîtîyê bide paşdaêxistinê û pêvajoyê bike nava hesarê.
“Em bi cûrê berk ev kirinên alîyê azêrîya gunehkar dikin, meremê kîjana ewe, ku pêvajoya aşîtîyê bidine paşdaêxistinê û bikine nava hesarê”,-nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.







