H’emû nûçeSereke
Ermenîyên ku li welatên Sovyêta berê ji dayîk bûne, dikarin bibine welatîyên Ermenîstanê

Li komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pirsên parastinê û ewlehkarîyê, projeya qanûna derheqa welatvanîya Ermenîstanêda layîqî begemîyê bûye.Hatîye dîyarkirinê, wekî hetanî sala 2026 a ermenîyên ku li welatên Sovêyta berê ji dayîk bûne, dikarin welatvanîya Ermenîstanê bistînin, çimkî ew wede hetanî sala 2026 a hatîye dirêjkirinê.
Em bêjin wekî ew wede hetanî 31 ê kanûna sala 2023 a bû, lê praktîka dide kifşê, ku hê merivên wî cûreyî hene û bo wê yekê jî wede hatîye dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda serokê qulixdarîya Ermenîstanêye mîgrasîyayê û welatvanîyê Armên Gazaryan gotîye.







