Kompanîya sereke li Ermenîstanê naxweze sûka gazê pareve bike: pêşezanê îranî

Bi gotina wekîlê hukumata Îranê, kompanîya sereke ya ku gazê dide dijî wê yekêye.Derheqa wê yekêda wextê hemcivîna bi têma “Xaçerêya aşîtîyê” û “Bûyarên herêmîye nû”, pêşezanê înstîtûta lêkolînên Îranê û Avrasîyayî Qadretola Şafî gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku bona çi xeta sêem, ya Ermenîstan û Îranêye êlêktrîkî nehatîye çêkirinê.
“Li wana xweş nayê ku sûka gazê parevekin”,- ewî gotîye.
Em bêjin, wekî kompanîya gazêye hîmlî, ya ku gazê dide Ermenîstanê, ya Rûsîyayêye.
Pêşezan pêşnîyar kirîye ku derheqa sînorkirinada bîrkin û wî hemû tiştî bikin, çi ku Ermenîstan û Îran dixwezin.
“Dema ku gilî derheqa hevkarîya cînaradane, tevî kîjana Îran nava pêwandîyên başdane, Têhran ya ewline ku dicêribîne pirsgirêka helke û bona cînara pirsgirêka çê neke”,-Şafî gotîye.
Em bîr bînin, wekî çêkirina xetê ji sala 2006 a da destpê bûye. Hîvîyêne wekî bi çêkirina wê xetê qewata ênêrgîya êlêktrîkî sehetekêda wê bighîje 1200 mêgovatî. Xêncî wê yekê pevguhartin wê zêdebin, nava çarçoveya kîjanada Ermenîstan gazê ji Îranê distîne û ênêrgîya êlêktrîkî dide Îranê.







