H’emû nûçeSereke
Îran ew gavên nû silav dike, kîjan Ermenîstanê bona aşîtîyê û ewlehkarîyê avîtine: bayloz

Em ew hemû gavên nû silav dikin, yên ku ji alîyê hukumata Ermenîstanêda boy aşîtîyê û ewlehkarîyê hatine avîtinê. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî wextê konfêransê gotîye.
“Em piştgirîyê didine serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya têrîtorîyayên wê.Em piştgirîyê didine aşîtîya li herêmê. Ez hêvîdarim, wekî gavên vî cûreyî dikarin bona hevkarîya pêşezanên me rûpelê nû vekin.Bijî Ermenîstan, bijî Îran”.
Bi gotina wî, pêwandîyên di navbera ermenîya û îranîyada yên dîrokîne û ew îzinê didin ku zêdetir wan pêwandîya bidine pêşxistinê.







