H’emû nûçeSereke

Îzin tune leşkerê ermenî bikujin, bikevine nava axa Ermenîstanê û bêjin, ku ji rêvanşîzmê ditirsin: Sîmonyan bersiva Elîyêv daye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bersiva wê elametîya serokê Adirbêcanê daye ku ew şêr naxwezin lê ew xemgînin, wekî li Ermentîstarnê “rêvanşîzm zêde dibe” û garantîya pêwîste wekî pêvajoyên wî cûreyî tunebin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê,wekî ew garantîya serokê Adirbêcanê gerekê nava sîyaseta xweda bigere.

“Ew garantîya ew gerekê pêşda nava xwe û sîyaseta xweda bigere. Îzin tune agirkin û leşkerê ermenî bikujin, bikevine axa Ermenîstanê û bêjin, ku “em ji rêvanşîzmê ditirsin”.Îzin tune neyêne cîhê hevdîtinên bona aşîtîyê û bêjin “ez ji rêvanşîzmê ditirsim”. Heger ji rêvanîşzmê ditirsî, pêwandîyên normal tevî cînara îzbatke, wan cînara, kîjana tu nikarî biguhêrî”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button