H’emû nûçeSereke

Hevraxeberdan dora li Ermenîstanê çêkirina blokên atomîye nû pêk tên: Ovêrçûk

Bona çêkirina blokên atomîye nû di navbera alîyên ermenî û rûsî hevraxeberdan pêk tên. Derheqa wê yekêda, wextê civîna hevkarîya hukumatên ermenî û rûs, cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye.

Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî nava pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêda hevkarîya nava goveka xebitandina ênêrgîya atomîda, ya bi armanca edil, têmake girînge.

“Em razîne wekî derheqa dirêjkirina wedê xebata stansîya ermenîye atomî birîyar hate qebûlkirinê û çawa alîyê mîyaserkir, kompanîya rûsî hatîye qebûlkirinê. Çi ku derheqa blokên atomîye nûdane, ez bêjim wekî dora wê yekê jî hevraxeberdan pêk tên”,-Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button