H’emû nûçeSereke

Rûsîya fikira Paşînyan diparêze: piştgirîya bi destî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dikare ji 833 mîlyon dolarî zêdetirbe

Em piştgirîyê didine çêkirina projeya ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanda pêşdakişandî, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”. Çêkirina korîdora bakûr-başûr ji alîyê fonda Avrasîyayêye Êkonomîkî ji alîyê fonda qewînbûn û pêşkeftinêda tê fînansekirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk li Yêrêvanê gotîye.

“Vî alîda piştgirî wê 150 mîlyon dollarîbe.Ji alîyê organên fondêda jî birîyara derheqa  çêkirina tûnêla Kacaranê tê îzbatkirinê. Li wir piştgirî wê bighîje 200 mîlyon dollarî.

Temamîya portfêla învêstîsîyayên fondê bi rîya deh progiramaye û ew bahê 533 mîlyon dollarîye.Xêncî wê yekê projeyên bahê 300 mîlyon dollar niha hîvîya îzbatbûnêne”,- Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button