SerekeSîyasî

Qulixdarîyên Îraqêye ewlehkarîyê meriv girtine, yên ku li Bexdayê beşdarî êrîşa ser baylozxana amêrîkî bûne

Hêzên Îraqêye ewlehkarîyê meriv girtine, yên ku beşdarî êrîşa ser baylozxana amêrîkîye li Îraqê bûne.Li gorî înformasîyona, hinek êrîşkir qulixdarîyên ewlehkarîyêva girêdayî bûne. Derheqa wê yekêda berdevkê fermandarîya hêzên Îraqê, gênêral Yahya Resûl  gotîye.

“Hêzên ewlehkarîyêra li hev hatîye derheqa xirabkarada pê bihesin, yên ku mixabin cêrge organên ewlehkarîyêva girêdayî bûne.Hêzên ewlehkarîyê çend merivên wî cûreyî girtine”,- gênêral gotîye.

Resûl serda zêde kirîye, wekî lêpirsîna vê bûyarê bin serokatîya fermandarê hêzên Îraqêye sereke, serokwezîr Mehmed As Sûdanîda destpê bûye û ew îş hê berdewame.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button