H’emû nûçeSereke
“Rosatom” ê careke mayîn wedê xebata stansîya ermenîye atomî dirêj bike

Kompanîya Rûsîyayêye “Rosatom sêrvîs” ê û “Stansîya ermenîye atomî” peyman îmze kirine, ku wedê xebata stansîya ermenîye atomî hetanî sala 2036 a dirêjkin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê “Rosatom” ê daye dîyarkirinê, wekî ew peyman nava çarçoveya civîna di navbera hukumata Ermenîstanê û Rûsîyayêda hatîye destanînê.
Xebitandina stansîya ermenîye atomî, faktora serbixwetîya ênêrgêtîkîye.Deranîna ênêrgîya atomî kanîya ênêrgîyayêye paqije.
Sala 2014 a hukumata Ermenîstanê berbirî “ Rosatom” ê bibû ku pirsa dirêjkirina xebata stansîyayê bidine mîyasekirinê.Xebatên bona wê yekê ji sala 2015 a da destpê bibûn û sala 2021 ê ser hevda hatine.
Wedê xebitandina stansîyayê sala 2026 a ser hevda tê.







