H’emû nûçeSereke

Li wezîreta Ermenîstanêye parastinê bernamên sala 2024 a, yên derheqa hevkarîya leşkerîye  di navbera Ermenîstanê, Yûnanistanê û Qibrisêda hatine îmzekirinê

Li wezîreta Ermenîstanêye parastinê şêwirdarîyên di navbera Ermenîstanê, Yûnanistanê û Qibrisêda  pêk hatine.

“Nava encamê şêwirdarîyada, bernamên sala 2024 a, yên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yûnanistanê, Ermenîstanê û Qibrisê û Ermenîstanê, Yûnanistanê û Qibrisê hatine îmzekirinê, dikevine nava kîjana çend deh teşkîldarîyên bona alîya hewaskar”,-nava elametîya wezîreta parastinêda hatîye gotinê.

Wextê şêwirdarîya, encamên seredanên wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyane li Qibrisê û Yûnanistanê, pêvajoya hevkarîya dualî û sêalî û usa jî cêrge pirsên herêmî û ewlehkarîya navneteweyî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button