
Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî li konsûlxana Kûvêytêye sereke qesidîye bona ku girêdayî wefatbûna şêx Navafa al Ahmed Al Cabêr as Sabahê emîr va serxweşîyê bide.
Wextê seredanê, Mesûd Barzanî serxweşî daye cimet û serokatîya Kûvêytê û usa jî konsûlê Kûvêytêyî li Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tevî dêlêgasîya hukumata herêmê çûye Kûvêytê ku beşdarî definkirina emîrê Kûvêytê bibe.
“Ez li Kûvêytême u serxweşîyê ji navê cimeta Kurdistanê elam dikim”,- Mesrûr Barzanî X ê da nivîsîye û daye dîyarkirinê, wekî emîrê rehmetî sîmvola aşîtîyê û qewînbûnê bû.
Serokwezîrê Kurdistanê razalixî elamî Kûvêytê kirîye bona wê yekê, wekî her dem nava hevkarîyêda bûye û piştgirî daye ewlehkarî û qewînbûna Herêma Kurdistanê û Îraqê.







