H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv pirsên derheqa şuxulkarîya organîzeyê û usa jî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov qebûl kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa şuxulkarîya organîzeyêda hatine gotûbêjkirinê.Sêkrêtarê organîzeyê derheqa encamên civîna organîzeyêye li Mînskê û usa jî ya organîzeyêye şêwira wezîrên karên der, şêwira wezîrên parastinê û sêkrêtarên şêwira ewlehkarîyê raberî wezîrê karên der kirîye.

Wextê hevdîtinê Ararat Mîrzoyan û Îmangalî Tasmagambêtov fikir dora halê li herêmê, tevgirêdanên transportê û êkonomîkî pevguhartine û usa jî derheqa projeya ji alîyê hukumata Ermenîstanêda amadekirî, ya “Xaçerêya aşîtîyê” xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button