H’emû nûçeSereke

Bi formata 3+3, Îran dicêribîne beşdarî hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanê bibe :Fûya Huseynî

Hatina lîstikçîyên ji herêmê der li Qafqasîya Başûr dikare halekî bi qezîya pêşda bîne, çimkî konkûrênsîya mezin dibe, dew û doz kûr dibe û ji wê yekê hemû welat wê zîyanêkevin.Derheqa wê yekêda serokê fonda hevkarîya Ermenstanê û Îranê Fûya Huseynî gotîye.

“Bona hemûya wê pirsgirêka ewlekarîyê hebe.Ermenîstan û Qafqasîya Başûr gerekê nebine deşta konkûrênsîya welatên mezin û dew û doza. Ew yek tiştekî bi qezîyaye.Îranê her dem gotîye, wekî welatên heremê gerekê pirsgirêka helkin, lê ne bi wê fikirê,wekî Tirkîya û Adirbêcan gerekê helkin.Ew dixweze bi wê yekê bi hevkarîya tevî Ermenîstanê bide kifşê”,- ewî gotîye.

Fûya Huseynî gotîye wekî formata 3+3 ya tek-tenêye, li kîderê Îran dikare beşdarî hevraxeberdanabe û li ser wan tehsîrke. “Hetanî roja îroyîn Îran beşdarî hevraxeberdana nebûye û formata 3+3 ya tek-tenêye, li kîderê Îran dikare beşdarî  hevraxeberdanabe.Bi wê formatê Îran sîyaseta usa mîyaser dike, ya ku zîyanê nade berjewandîyên Ermenîstanê. Îran dicêrbîne piştgirîya Ermenîstanê bike, lê rex hevda formatên cûre-cûre hene û meriv nizane bi kîjan formatê peymana aşîtîyê wê îzbatbe û nava wê peymanêda berjewandîyên kê wê zêdetir qewînbin.

Feqet zelale, wekî bi beşdarbûna Îranê guhartina sînorên Ermenîstanê, desthilatdarîya Ermenîstanê û yekîtîya axa Ermenîstanê wê tunebe”,-Huseynî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button