H’emû nûçeSereke
Sala derbazbûyî du mîlyon 300 000 tûrîst hatine Ermenîstanê

Sala derbazbûyî du mîlyon 300 000 tûrîst hatine Ermenîstanê û piranîya wan ji Rûsîyayê bûne.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda seroka komîtêya tûrîzmê, ya wezîreta êkonomîkayê Sîsyan Poxosyanê gotîye.
“Sala 2023 a du mîlyon 300 000 tûrîst hatine Ermenîstanê. Himberî sala 2019 a hatina tûrîsta bi 20 selefîva û nêzîkî 39 selefîva himberî sala 2022 a zêde bûye”,- Poxosyanê gotîye.
50 selefê tûrîsta ji Rûsîyayê hatîye, lê cîhê duem û sêemnda Gurcistan û Îranin. Piştî wê yekê gelek tûrîst ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hatine. Seroka komîtêya tûrîzmê usa jî gotîye,wekî ji Hindistanê gelek tûrîst hene, yên ku ji Dûbayê tên. Bi gotina wê, Almanîya û Fransîya jî bona sûkên tûrîzmê bûne hedef.







